Em wek Rêxistina Kurd ya Cîhanî bangewazî li Yekitiya Netewan, li Europa, li Çîn, li Rûssiya, li Welatên Musilman û li Rêxistinên Mafên Mirovan dikin ku êrîşên dewleta Turk şermezar bikin û bidne rawestandin.

li Welatên Musilman û li Rêxistinên Mafên Mirovan dikin ku êrîşên dew

Ev 12 sal û nîvin ku milletê Sûriyê bigiştî û yê rojavayê Kurdistanê bi taybetî di şer û di malweranî û di penabertiyê de dijîn.

Pêşmerge û Yekîneyên Parastina Gel (YPG)/ Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) yên qehreman bi canê xwe û bi alîkariya Hevpeymana Navnetewî li dijî Daeş:ê şer kirin û Kurdistan û Cîhanê ji terrorîstan parastin.

Yek ji armancên Hevpeymana Navnetewî ew bû ku rê li ber hatina tûndrewan bigre ku derbasî Sûriyê û rojavayê Kurdistanê nebin.

Turkiye ji devla ku vê armancê pêk bîne ew rê da tûndrewan ku derbasî rojava bibin û leşkerê wê Afrîn, Serê Kaniyê û Girê Sipî dagîr kir.

Ev ne bes bû avê li ser parêzgeha Hesîça qûtkir .

Ev jî ne bes bû leşkerê wê (Turkiyê) bi top û dronan sivîl û şervanên qehreman dane şehîd kirin û çend jêrxanan û jorxanan û tankên petrolê kavil kirin.

Mexabin dunyia bê deng maye.

Em wek Rêxistina Kurd ya Cîhanî bangewazî li Yekitiya Netewan, li Europa, li Çîn, li Rûssiya ,

li Welatên Musilman û li Rêxistinên Mafên Mirovan dikin ku êrîşên dewleta Turk şermezar bikin û bidne rawestandin.

Şerme li ser NATO ku bêdenge ku endama wan Turkiye bi van êrîşan radibe.

Em wek Rêxistina Kurd ya Cîhanî bangewazî li NATO dikin ku dem hatiye ku Turkiye ji vê Hevpeymana ya Demokratîk biqewitîne.

Rêxistina Kurd ya Cîhanî

2023/10/15